Sevim Hatun
19 Îlon 2016•Rojanekirin: 26 Îlon 2016
MUŞ
Li Vartoya navçeya Mûşê genim, di aşê avê yê ku 150 sal e, li hemberî hemû cure teknolojiyê dixebite da, tê hêrandin.
Cemal Duzgunerê 55 saliyê li gundê Unaldiya ser navçeyê dimîne, êş dide xebitandin. Di aşê ku ji aliyê kalê wî va hatiye çêkirin û ji bavê wî jê ra mîrat maye da genimê gundiyan dihêre.
Duzguner got ku niştecihên herêmê eleqeyeke mezin nîşanî aşê 150 salî didin û gundî ji bo hêrandina genimê xwe bi rojan disekinin.
Duzguner got ku bi taybetî gundiyên ku ji gundên der û dorê têne bi rojan hêviya dora xwe disekinin û wiha qise kir:
"Eleqeyeke mezin nîşan didin. Li herêmê ji bilî me di destê kesî da aşê avê tune ye. Ev aş 150 salî ye. Mebesta me qezenckirina pere nîne. Em dixwazin ev aşê ku ji kalê me maye her û her hebe. Em ji genimê ku dihêrin tenekeyek genim hildidin ji bilî vê em heq nastînin. Gelê herêmê ji bo arê bi kapek genimê xwe tîne li vir dihêre."
Hudeyda Balliyê ku li gundê Unaldiyê dimîne jî got ku ev aş ji aliyê kalê wî va 150 sal berê hatiye çêkirin, herwiha di erdheja Wartoyê da tê da xisar çêbûye û dîsa hatiye temîrkirin.
Şah Huseyîn Balliyê lawê herî mezin ê malbatê jî wiha xeberda: "Ji bo aş nebe xirb çi ji destê me tê em dikin. Em ê jî teslîmî zarok û neviyên xwe bikin. Herwiha em nanê tenûrê yê ku bi ardê vî aşê tê lêxistin jî zehf hezdikin."