21 Mijdar 2018•Rojanekirin: 21 Mijdar 2018
DIYARBAKIR
Li Liceya navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 3 şikeft û sitargeh hatin tesbîtkirin, 276 kîlo esrar û gelek amûrên jiyanê hatin girtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li Liceyê ji 18ê mijdarê saet 20.00an pê va operasyon da destpêkirin û operasyon duh di saet 21.00ê da hat temamkirin.

Wekî mayîn di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di operasyonê da 3 sitargeh û şikeftên hat tesbîtkirin terorîstan bi kar dianîn hatin xirabkirin û wiha hat gotin:
"Di teqîbatê da di van sitargeh û şikeftan da 4 betanî, xesîl, 2 naylonên serayê, jelîkana vala, 7 mêtre branda û gelek amûrên jiyanê hatin girtin. Amûrên ku dibin delîl hatin mihefezekirin. Amûrên din jî li gor telîmata Serdozgeriyê hatin îmhekirin"

Di teqîbatê da di çarçoveya xebatên narko-terorîzmê da jî 276 kîlo esrar hat girtin.
Dema operasyona dihat kirin 10 xaniyên ceyrana qaçax bi kar tînin hatin tesbîtkirin, li wan malan 15 hezar û 550 lire cezayê îdarî hat birîn.