19 Mijdar 2015•Rojanekirin: 19 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Li Yenîşehira navçeya Diyarbekirê duh êvarê dema ku wesayîta polêsan derbas dibû bombeyek hat teqandin û serê sibê tesîra bombeyê bieşkere hat dîtin.
Li taxa Şehîtlikê li ser kolana Sezaî Karakoçê duh êvarê teqemeniyeke ku ji hêla endamên rêxistina terorê PKKyê ve di nav mazgalê de hatibû bicihkirin teqiya. Di teqînê de tu kes nemir û birîndar nebû, lê paceyên gelek mal û kargehan şikestin û gelek wesayîtan zirar dît.
Li kolanê hê tu xebat nehat kirin û ji ber vê çûyîn û hatin bi zehmetî dimeşe. Welatiyan paceyên ku şev şikestine berhev kirin û paqij kirin.
Hin welatiyan bertek nîşan dan û wiha gotin: "Zirara me gihîşte kî? Xwedê heqê me nehêle."
Li Yenîşehira navçeya Diyarbekirê duh êvarê teqemeniyeke ku ji hêla endamên rêxistina terorê PKKyê ve di nav mazgalê de hatibû bicihkirin dema wesayîta polêsan derbas dibû hatibû teqandin. Di teqînê de tu kes nemiribû û birîndar nebûbû.