
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê mij di çûyîn û hatinê de dibe asteng û nahêle ku balafir bifirin.Qasî du hefteyan e ku li Diyarbekirê bi taybetî serê sibê û êvarê mij çêdibe û ev jî dibe sedema betalkirina balafiran.
Duh ji ber mijê 20 seferên balafiran yên Anadolujetê, Rêhewaya Tirk û yên din ku ji Diyarbekirê biçûna Stenbolê hatin betalkirin.
Tê texmînkirin ku ber bi êvarê mij dê dîsa çêbibe û ev jî dê bibe sedem ku balafir an dereng bifirin an jî bên betalkirin. Hat ragihandin ku di nav 2 hefteyan de ji ber mijê 190 seferên balafiran yên ku ji Diyarbekirê biçûna Stenbol, Enqere, Antalya, Edene û Îzmirê hatin betalkirin.
Ji hêla din di rêbeşa Diyarbekir-Sîwerekê û Diyarbekir-Elazîzê de ji ber mijê 60î zêdetir wesayîtan qeza kir. Di qezayan de tu kes nemir, lê hin kes birîndar bûn û ev birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.