ŞANLIURFA
Hat diyarkirin ku deriyê gumrikê yê Akçakaleyê ji ber şerê Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) û Dewleta Îslamî ya Şam a Iraqê (DÎŞI) yê ku li Til Abyada bajarê Rakkaya Sûriyeyê didome hat girtin.
Li gor agahiyên ku nûçegîhanê AAyê ji çavkaniyên herêmê girt, AASê li Til Abyada bajarê Rakkayê dora hêzên DÎŞIyê girt.
Ji ber ku li herêmê şer didome deriyê gumrikê yê Akçakaleyê ji bo demekê kurt hat girtin.
Sûriyeyiyên ku dixwazin derbasî welatê xwe bibin, li ber derî civiyan.