DIYARBAKIR
Komkujiya li Misrê ku hêzên ewlekariyê kir, bi mîtîngekê li Diyarbakirê li Meydana Îstasyonê hat protestokirin. Mîtîng, ji aliyê Însîyatîfa Biratiya Misir û Diyarbakirê ku ji 57 saziyên civakî yên sivîl pêk tê û Cemiyeta Muztezafan ve hat lidarxistin. Jin û zarok jî di nav de bi deh hezaran welatî beşdarî mîtîngê bûn.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Mehmet Huseyîn Yilmaz, der heqê derbeya li Misrê de got: "Emperyalîst ji bo dewamkirina pergala kedxwarinê îxtilafan geş dikin. Çavkaniyên welatan ên sererd û binerd dixwin. Ev rewşa belengaz a misilmanan ne ji ber bê hêzbûna wan e, ji ber îxtilafên di nav wan de ye. Heke na ji ber bi hêzbûna dijminan e. Derbeya li Misrê, ne li demokrasiyê hatkirin. Ev derbe, li Îslamê û li misilmanan û li îhtîmala dewletbûna Îslamê hat kirin."
Yilmaz, bal kişand ser yekîtiyê û diyar kir ku divê misilman dev ji îxtilafan berdin û ji bo yekîtî û bihevrebûnê divê guftûgoyê geş bikin.
Yilmaz, dupat kir ku divê tu kes berjewendiyên şexsî û partiyan dernexe pêşiya berjewendiyên gel. Ewên ku zilmê li gelê xwe dikin dê weke yên beriya xwe têkevin nav rûreşên dîrokê.
Beriya mîtîngê Qurana Kerîm û îlahî hatin xwendin û gelek caran tekbîr hatin anîn. Beşdaran îşareta Rabîa kirin û nivîsa "ji Mursî re silav" ya li kefa destê beşdaran bal kişand.