14 Îlon 2019•Rojanekirin: 16 Îlon 2019
Nûnerên saziyên civakî yên sivîl, hîndekar, nivîskar û rojnameger jî di nav da gelek kesan îmze avêtin danezana hevpar a li dijî PKKyê.
Hat gotin ku "ji terora êrîşî mafê jiyanê, hemû mafên civakî, siyasî û jiyana xebatê dike ra" bi sernava 'êdî bes e' danezan hat amadekirin û hat gotin ku PKKya rêxistina terorê ya bi saya têkoşîna bi tesîr li ber dawîbûnê ye di vê merheleyê da êrîşên li hemberî sivîlan zêde dike.
Di danezanê da hat gotin ku rêxistina terorê li herêmê êrîşên ser karmend, xebatkarên saziyên dewletê, mamoste, hêzên ewlehiyê, siyasetmedarên sivîl û karkeran didomîne, PKK qestî jiyana gel dike û di heman demê da mafên wan ên xebatê jî ji dest wan distîne.
Danezanê wiha dewam kir: "PKKya rêxistina terorê li Batmanê mamoste Şenay Aybuke Yalçinê, siyasetmedarên AK Partiyî Orhan Mercan û Aydin Ahî, li Çobanpinar a herêma Yuksekovaya navçeya Hekariyê 4 karkerên makîneyên kar dibirin, li Sêwereka Şanliurfayê Necmettîn Yilmaz ê mamostetî dikir, li Aslanbaşar a gundê Şirnexê Tayyîp Fîdanê heywanên xwe derxistibû çêrê, li Trabzonê Eren Bulbul û Binefser Ferhat Gedîk û gelek karkerên li şantiyeyan dixebitîn, qetil kir.
PKKya rêxistina terorê qirkirinên xwe yên dijî kedkaran jî li Diyarbekirê domand. Li çil û çiyayên Qulpa navçeya Diyarbekirê jî di êrîşa ku bi teqemeniya destçêkirî ya terorîstên PKKyê va hat kirin da 7 kes hatin kuştin û 10 kes jî giran birîndar bûn. Li gundê Beyroka ser navçeya Qulpê ji karkerên daristanê yên li pey nanê xwe bûn 7 kes di êrîşeke bêbext a PKKê da can dan.
- "Heqê xebatê ji rûmeta mirovahiyê cihê nîne û mafekî sereke ye"
Di danezanê da li ser heqê xebatê yê mirovan hat sekinandin û hat gotin ku ev heq ji roja mirov tê dinyayê va dest pê dike, ji rûmeta mirovahiyê cihê nîne, mafekî sereke ye û herkes ji bo ku bikaribe jiyaneke birûmet a mirovahî bijî xwedî heqê xebatê ye.
Serokê Giştî yê Memur-Senê Alî Yalçin, Serokê Giştî yê Hak-Îşê Mahmut Arslan, Rektorê Zanîngeha Anadoluyê Prof. Şafak Ertan Çomakli, Derhênerê Weşana Giştî ya Rojnameya Akşamê Mustafa Kartoglu, Derhênerê Weşana Giştî ya Ulke TVyê Hasan Ozturk û 54 kesên din îmze avêtin danezana hevpar a li dijî PKKyê.