Tirkiye

Li Diyarbekirê Încîleke bi zêr nivîsî û fermaneke Îbranîkî hatin qefaltin

Li Diyarbekirê bi operasyonê Încîleke ku li ser çermê xezalê bi zêr hatiye nivîsandin û ji 15 pel û 30 rûpelî pêk tê û fermaneke xemilandî ya li ser çerm û bi Îbranîkî hatin qefaltin.

Nihat Kavşut  | 14.09.2019 - Rojanekırın : 17.09.2019
Li Diyarbekirê Încîleke bi zêr nivîsî û fermaneke Îbranîkî hatin qefaltin

Diyarbakir

Li Diyarbekirê bi operasyonê Încîleke ku li ser çermê xezalê bi zêr hatiye nivîsandin û ji 15 pel û 30 rûpelî pêk tê û fermaneke xemilandî ya li ser çerm û bi Îbranîkî hatin qefaltin.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Diyarbekirê bi xebatên îstixbaratê yên Fermandariya Cendirmeyan ya Diyarbekirê agahî hat hildan ku 4 kesên li navenda bajêr dijîn dixwazin kitêbeke dîrokî ya ku îdia dikin 800 salî ye bifiroşin.

Li navçeya Yenîşehirê bi operasyona ku di 12ê Îlonê da hat kirin wexta gumanbaran dixwest kitêba nexşên dînî li serê hene bifiroşin hatin qefaltin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di lêgerîna edlî ya ku li navnîşana gumanbaran û li ser gumanbaran hat kirin da Încîleke ku li ser çermê xezalê bi zêr hatiye nivîsandin û ji 15 pel û 30 rûpelî pêk tê û fermaneke xemilandî ya li ser çerm bi Îbranîkî hatin qefaltin. Kitêbên hatin qefaltin tên mihafezekirin û ji ber bûyerê der heqê 6 gumanbarî da lêpirsîn dan destpêkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın