Barış Yalçınkaya, Yakup Bakar, Günay Nuh
24 Îlon 2021•Rojanekirin: 26 Îlon 2021
Li serê çiyayên Erzincan û Erdexanê berfa ewil a payîzê barî.
Serma û barana li Erzincanê ya li herêmên bilind vegerande berfê.
Li Munzura 3 hezar û 300 mêtro bilind a li navenda bajêr û Esenceya 3 hezar û 549 mêtro bilind a li Uzumluyê berfa ewil a payîzê barî.
Îbrahîm Kolakê welatî diyar kir ku lûtkeya çiyê ji niha va sipî bû, daxwaza wan ew e ku berf bi xwe ra bereketî jî bîne.
Hakan Kalkan jî diyar kir ku di van rojên dawîn da li bajêr şilî dibare û wiha pê da çû: "Ji duh bi şev pê va li herêmên bilind berf barî. Li çiyayên Munzur û Esenceyê berf heye. Înşaellah baranê zirarê nede zeviyên welatiyan. Hewa êdî hênik bû, daxwaza me ew e ku berf bi xwe ra bereketî jî bîne."
Wekî mayîn li Erdexanê bi şev şilî barî û ber destê sibê jî li herêmên bilind vegerande berfê.
Li bajêr Çiyayê Qisirê û gelek gir çîl û sipî bûn.