Li Guroymaka navçeya Bitlîsê bi molotof û keviran ve êrîşî ambulansa Servîsa 112an a Acilê kirin.
Li gor agahiyan kesên ku nasnameya wan hê nediyar e li taxa Baglarê bi molotof û keviran ve êrîşî ambulansa ku di baxçeyê navenda tenduristiyê de bû kirin.
Dema ku xebatkarên tenduristiyê pê hesiyan ku êrîş tê kirin derketin û êrîşkar reviyan. Di wesayîtê de xisar çêbû.