13 Mijdar 2016•Rojanekirin: 15 Mijdar 2016
BITLÎS
Li Guroymaka navçeya Bitlîsê di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê da 3 stargeh û 3 depoyên ku tê da 100 kilogram teqemeniya destçêkirî û qederek zad hat qefaltin, hatin jinavbirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat ragihandin ku ji aliyê ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Wilayetê va di 12ê mijdarê da li dewrûbera navçeya Guroymakê operasyona "Onbaşiyê Komandoyê Cendirme yê Şehîd Salim Nanecî" hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di operasyonê da di lêgerîneke li ser erdê da 3 stargeh û 3 depo hatine tespîtkirin. Di stargeh û depoyên navborî da qedereke zêde pêxarin û alavên jiyanê û nêzîkî 100 kilogram teqemeniya destçêkirî hatiye qefaltin. Pêdawistî û alavên jiyanê û teqemeniya navborî li ser talîmata dozgerê komarê di cih da hatine jinavêbirin, stageh û depo hatine rûxandin."
Di daxuyaniyê da herwisa bal hat kişandin ku digel piştevaniya xelkê herêmê bona aramî û emniyetê têkoşîna dijî terorîstan bênavber dê bête domandin.