Germava li gundê Budakliya ku 7 kîlomêtro dûrî Guroymaka navçeya Bedlîsê ye ji bo zarokan bû ciyê debarê.
Zarokên gund di zivistanê de gamêş û hespên xwe di germavê de dişon. Wênekêş jî eleqeyeke mezin nîşanî germavê didin û bi saya vê navçe tê nasandin.
Piştî ku hejmara kesên ku tên germavê bibînin zêde bû, zarok jî ji vê pere qezenc dikin.
Zarok di germavê de heywanên xwe dişon, teqle davêjin û ji bo poz bidin wênekêşan pere distînin.
Ji zarokan Muhammed Azbay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji bo kêfê û heywanên xwe bişon tên germavê û wiha got: "Piştî ku germav li nav welêt û derveyî welêt hat naskirin, wênekêş zehf tên vir. Ji bo wênekêşan em dikevin germavê û heywanên xwe dişon û pere distînin."
Azbay diyar kir ku em hemû xwendekarên û xercaneya xwe qezenc dikin û wiha got: "Li gor ziyaretvanan, em mehê 500-600 lîre qezenc dikin."
Azbay destnîşan kir ku ji xeynî bajarên derdorê ji Stenbol, Semsûr, Enqere, Mêrsîn, Mugla û gelek bajarên Tirkiyeyê wênekêş tên gund û wiha dewam kir: "Îro jî ji Stenbolê hatin. Li ser daxwaza wan em di hewaya sar de ketin germavê."
- "Divê hevalên me herêmê bibînin"
Wênekêş Tufan Bîlir got ku min dîmenên germavê li ser înternetê dît û hatin gund.
Bîlir destnîşan kir ku 2 sal heye ku li herêmê digere û wiha got: "Xelkê herêmê mêvanpwer e. Li herêmê ciyên xweş hene. Divê hemû hevalên me herêmê bibînin."
Wênekêş Kahraman Bekir jî destnîşan kir ku li herêmê dîmenên balkêş hene û got ku divê wêneyên xwezaya herêmê bên kişandin.
Wênekêş Nuray Apariyê jî wiha got: "Min berê zehf dixwest werim herêmê, lê cara ewil e ku bû nesîb. Divê netirsin û bên serdana herêmê."