Haydar Şahin
19 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2016
BITLÎS
Salih Mert Çetînê xwendekarê ji Guroymakê di Ezmûna Ji Dibistana Seretayî Derbasbûna Dibistana Navîn (TEOG) da hemû pirs bersivand û bû rûmeta navçeyê.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Emrullah Sabaz ji bo vê serkeftinê Çetîn pîroz kir. Sabaz di daxuyaniya xwe da got ji ber ku serkeftiyê Tirkiyeyê ji navçeya wan derket gelekî kêfxweş in.
Sabaz wiha axivî: "Ji bo vê serkeftinê ez xwendekarê me pîroz dikim. Ji bo ku serkeftina akademîk li navçeya me zêde be me hewl da. Înşallah ev jî ji wan serkeftinan e. Ez ji hemû kesên ku keda wan di gihîştina xwendekarê me da hene ra sipas dikim. Bi rastî hewleke mezin dan. Wek mayîn ez dê û bavê wî jî pîroz dikim. Zarekî zehf baş mezin kirine. Li ser navê navçeyê bi rastî em kêfxweş in."