19 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2016
ARDAHAN
Bajarê Erdexanê nêzî 40 salî di bin dagirkeriya ûrisan de ma. Ermeniyên wê demê niştecihên bajêr ji cihên wan derxistin, berî wan dan, qir kirin û mecbûrî koçê kirin.
Li 18 cihên ku li Erdexanê wek cihên qirqirinê tên zanîn wê lêkolîn bên kirin û li wan deran abîde û kîtabe wê bên înşakirin.
Midûrê Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Erdexanê Alk. Doç. Levent Kuçuk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Erdexan di navbera salên 1877-1917an de di bin dagirkeriya ûrisan de ma û ji sedî 80 niştecihên bajêr jî di wê heyamê de rastî zilm û zordestiya ermeniyan hat, hatin qirkirin û ji cih û warê xwe koç kirin.
Kuçuk destnîşan kir li wan 18 derên ku ji hêla herkesî ve tên zanîn ku di wê heyamê de wek meydana qirkirinê hatine bikaranîn wê lêkolîn bên kirin û di dawiyê de jî ji bo înşakirina abîde û kîtabeyan wê xebat bên kirin û axaftina xwe wiha domand: "Di wê heyamê de fermanên mezin li ser misilmanan tên kirin. Ev ferman jî li ser gelê sivîl ên ku nikarin xwe biparêzin tê kirin. Ji bo vê yekê mînak Mizgefta Yanik a li Taxa Xelîl Efendî ye. Wek wê derê 18 cih li navenda Erdexanê hene. Ji bo kifşkirina cihan emê bi zarok, xizm û neviyên wan kesên ku li wan deran şahidiya bûyerê kirine re xeber bidin."
Kuçuk destnîşan kir ku wê di meha nîsanê de dest bi xebatê bikin û Waliyê Erdexanê Ahmet Deniz jî wê alî wan bike.