Haydar Şahin
10 Sibat 2018•Rojanekirin: 11 Sibat 2018
BITLÎS
Li Tetwana navçeya Bidlîsê du bira bi kelekên xwe yên ku navê wan "Axdamar" û "Narîn" in va bi salan e li Behra Wanê încîkefaliyan digrin û pê nanê xwe bi dest dixin.
Mehmet Salîhê 61 salî û Maşallah Allahverdiyê 54 salî yên ku li gundê Sariqumê dijîn di dema nimêja sibê da dibêjin "bismillah" û bi kelekan xwe berî ser ava behrê didin.
Herdu bira torên ku rojekê berê diavêjin Behra Wanê di şert û mercên dijwar da derdixin, mesiyên ku digrin li Guroymak, Tetwan û Xelatê difroşin.

Herdu bira bi salan e nan xwe bi masiyan qezenc dikin û debara xwe dikin.
Herdu birayên masîgir para qaqlîbazan jî ji bîr nakin û masiyên para wan jî diavêjin ku bixwin.
- "Em dikevin pey rizqê xwe"
Mehmet Salîh Allahverdî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 40 sal e masîgiyê dike.

Allahverdî diyar kir ku şebeqê di saet 5an da piştî nimêjê dibêjin "Ya Ellah" û derdikevin nêçîra masiyan û wiha got, "Em dikevin pey rizqê xwe. 8 zarên 9 birayên min hene. Ev 40 sal e em bi masiyan nanê xwe qezenc dikin. Ji ber ku hewa gerê e masî jî kêm in. Îsal berf nebarî masiyan xwe berî binê avê nedan. Heke hewa sar derbasbûya masiyê zêde bûna.
Allahverdî got ku ji ber masigiriya bêpergal her diçe masî kêm dibin, ji bo vê dibê welatî guh bidin qedexeyên li ser girtina masiyan, bi bîr xist ku salên berê di rojê da tonek masî digirtin.

- "Heke dernekevim behrê ez ê bimrim"
Maşallah Allahverdî jî got di piçûktaya xwe da bi bavê xwe ra derdiket masîgirtinê, 35 sal e vî karî dike û wiha pê da çû:
"Piştî ku bavê min mir me ev kara domand. Dema zarokên min neyên jî ez derdikevim behrê. Ez hîn bûme, heke dernekevim behrê ez ê bimrim. Bêyî behrê tamîş nabim. Di ba û bagerê da jî derdikevim. Em ji behrê hez dikin. Malbatê ji min ra got 'kelekê bifroşe'. Heke bifroşim ezê ficeten herim."