Türkan Tosun
11 Sibat 2018•Rojanekirin: 12 Sibat 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di bin sifirê da 16 pile li Erdexanê hat pîvan.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat girtin, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa wê pir ewrayî be û car caran jî berfê bibare.
Li der û dora Erzirom û Îdîrê berf û baran wê bi hev ra bibare û şilopeyê çêbibe.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê di navbera 2 û 4 pileyan de zêde be û ba jî wê ji hêla başûr û rojavayê başûr nerm, car caran qewî be.
Li herêmê germahiya bi şev li Erzinganê 3 pile, li Tunceliyê 5 pile, li Erdexanê di bin sifirê da 16 pile, li Agirî û Qersê 12 pile, li Erziromê 7 pile, li Îdirê jî 4 pileyek hat pîvan.
Germahiya nava rojê jî tê texmînkirin ku li Îdirê 14 pile, li Tunceliyê 13 pile, li Erzinganê 11 pile, li Erziromê 4 pile, li Agirî û Qersê 3 pile, li Erdexanê jî 2 pile be.
Li navendên xweşiqitandinê qalindiya berfê li Palandokenê 53 santêm, li Cibiltepeyê 56 santêm, li Arganê jî 76 santêm hat pîvan.
Rayedaran ji bo qeşa, şepe, mij û dûmanê hişyarî da welatiyan ku ew baldar bin.