Elif Irmak
03 Gulan 2020•Rojanekirin: 03 Gulan 2020
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li Bidlîsê bi terorîstan ra pevçûn derket, di pevçûnê da 2 çawîşên pispor ên cendirme şehîd ketin, 4 çawîşên pispor ên cendirme jî bi awayekî sivik birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya wezaretê nêzî herêma Sehiyê ya li ser navendê di çarçoveya "Operasyona Serpelê Pispor ê Cendirme yê Şehîd Erhan Bahargulu" ya ku bi destê Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr va tê kirin da bi komek terorîstan ra pevçûn derket.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di pevçûnê da 2 çawîşên pispor ên cendirme şehîd ketin, 4 cendirme jî bi awayekî sivik birîndar bûn û hat gotin ku Xwedê rehma xwe li şehîdan bike û şifayê bide birîndaran.
Hat gotin ku li herêmê operasyon dewam dikin.