Ömer Olcay
22 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2021
Li perava Dîdima navçeya Aydinê erd bi lerza 4ê hejiya.
Li gor agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) di saet 13.11ê da erd bi lerza 4ê hejiya û navenda erdhejê jî peravê Dîdimê ye.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 7,04 kîlomêtro di bin rûyê behrê da çêbû, navenda erdhejê jî 265,93 kîlomêtro dûrî Dîdimê ye.