ÎZMIR (AA) - Tîmên fermandariya ewlehiya peravê ya Herêma Behra Egeyê di nava 3 rojan de 428 qaçax xelas kirin, qaçaxçiyek jî hat zeftkirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Îzmirê, di çarçoveya 'Li Egeyê tevgera hêviyê' de di xebatên navbera 30yê gulanê-1ê hezîranê de li Bodrûma navçeya Mûglayê di 5 bûyerên cuda de 316, li Dîdîma navçeya Aydinê 13, li Ayvalika navçeya Balikesîrê 51, li Çeşmeya navçeya Îzmirê 48 qaçax hatin xelaskirin. Bi îdiaya qaçaxçîtiya koçberan dike jî kesek hat girtin.