Haydar Şahin
11 Hezîran 2019•Rojanekirin: 12 Hezîran 2019
Li Bandirmaya navçeya Balikesirê otobêsa turê û texsî li hev qelibîn, di qezayê da 4 kes mirin û 48 kes jî birîndar bûn.
Otobêsa tura çandê ya bi pîlaqeya 33 YF 533 ya ku Miftîtiya Seyhanê pê welatî ji Edeneyê dibirin gera Çeneqeleyê û texsiya bi pîlaqeya 10 PJ 443 li ser rêbejaya Bandirma-Çeneqeleyê li hev qelibîn û otobês welgeriya. Nasnameya ajokaran hê nayê zanîn.
Di qezayê da Sumeyra Guller, temel Gokçe û Ahmet Toprakê di wesayîtan da li dewsa bûyerê mirin û 49 kes jî birîndar bûn.
Li ser îxbara welatiyan gelek ekîbên Serwêsa Acil a 112ê û polêsan sewqî herêmê kirin.
Piştî midaxeleya ewil a wezifedarên tenduristiyê 38 kes sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bandirmayê, 8 kes sewqî Gonenê û 3 kes jî sewqî nexweşxaneyên li Erdekê kirin.
Hulya Seyhana li Bandirmayê dihat dermankirin ligel hemû midaxeleyan mir.
Cesedê 3 kesên li dewsa bûerê mirin jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Banisrmayê.
Dr. Ethem Karpuzê Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Bandirmayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 38 birîndar rakirin nexweşxaneya wan û ji wan birîndarek mir.
Karpuz destnîşan kir ku ji 37 kesan 27 kes şandin malên wan, rewşa 10 kesên dermankirina wan dewam dikin jî giran nîne.