Tirkiye

Li Fermandariya Hêzên Bejahî operasyona "ankesor"ê

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da 48 jê wezîfedarên Fermandariya Hêzên Bejahî der heqê 52 eskeran da biryara binçavkirinê da

11.06.2019 - Rojanekırın : 12.06.2019
Li Fermandariya Hêzên Bejahî operasyona "ankesor"ê

Ankara

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da 48 jê wezîfedarên Fermandariya Hêzên Bejahî der heqê 52 eskeran da biryara binçavkirinê da.

Li gor daxuyaniya ku ji serdozgeriyê hat dayîn, der heqê 50 astsubayên ku li gor tesbîtê bi têlefonên biankesor û bikontor ên bufeyan bi awayekî perîyodîk û ser hev bi "melayên mehrem" ên rêxistinê ra xeberdane û 2 "melayên mehrem" ên ku ew bi rê va birine û rê dane ber wan da biryara binçavkirinê hat derxistin.

Hat gotin ku ji eskerên ku seba wan biryara binçavkirinê hat derxistin 48 jê hê li ser wezîfeyê ne û ji bo 2 astsubayên din biryara tedbîra îdarî hatiye dayîn.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Enqereyê Enqere navend li 25 bajaran operasyonên hemdem kirin û 33 gumanbar girtin.

Her wiha 2 melayên mehrem ên ku der heqê wan da biryara binçavkirinê hatiye dayîn, berî niha navê wan di îfadeyên eskerên ku di operasyonên berî niha da hatin binçavkirin da derbas bûne. Hat gotin ku yek jê di Wezareta Çandinî û Daristanê da, yê din jî Di Wezareta Tenduristiyê da li ser kar e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın