26 Hezîran 2019•Rojanekirin: 26 Hezîran 2019
Di operasyona li ser çolwarê Çataka navçeya Wanê ya ku ji hewayê piştgirî danê da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Navxweyî hat dayîn da hat diyarkirin ku di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da îro Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li çolwarê navçeya Çatakê operasyona ku ji hewayê piştgirî hat dayîn kirin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di operasyonê da 2 terorîst hatin berterefkirin û operasyonên li herêmê didomin.
- Li bakurê Iraqê 3 terorîst hatin berterefkirin
Wezareta Parastina Neteweyî diyar kir ku di operasyona li ser Xakurk û Metînayê da 3 terorîstên din jî hatin berterefkirin
Li Xakurk û Metînaya herêmên li bakurê Iraqê ji hewayê operasyon birin ser rêxistinê û di operasyonê da 3 terorîstên din jî hatin berterefkirin. Operasyon bi Herekata Pencikê ra di kordîneyê da hat kirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî, ji hewayê operasyon birin ser herêmên Xakurk û Metînayê.
Di operasyonê da kozik, sitargeh û parastgehên PKKya rêxistina terorê hatin lêxistin û 3 terorîst hatin berterefkirin.