Abdullah Söylemez
22 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2022
Li Agiriyê mij û berfa ku li cihên bilind barî şivanên ku bi hezaran pez diçêrînin xist tengasiyê.
Şiliya ku li bajêr çendî roj in dibare li cihên bilind cihê xwe ji berfê ra hişt.
Li Gola Masiyan ku bi bilindahiya xwe ya 2 hezar û 241î yek ji golên herî bilind ên Tirkiyeyê ye û gundên hawirdorê wê jî car carna berf dibare.
Îbrahîm Kiliçê li gundê Saribiyikê ya li ser navçeya Bazîdê pezê xwe diçêrand û şivanûn din di nav berfê da man.
Şivanan bi zehmetî pezê xwe li qada ku bi berfê spîçîl bû çêrand û bi mija ku derket var jî yek car ketin zehmetiyê.
- Ji bo ku keriyê pez ji guran biparêzin bi şev ranazin
Şivan Îbrahîm Kiliç daxuyaniyek da nûçegihanê AAyû û got ku li herêmê hewa zehf sar e û şert û mercên hewayê yên nebaş dijwariyê derdixîne.
Kiliç diyar kir ku15 sal e şivantiyê dike û wiha axivî: "Ji şeva din va berf dibare. Li herêmê ji ber ku bi berfê ra mij jî heye em dora xwe nabînin. Em ji şev heta sibehê ranezan. Me ji bo parastina heywanên xwe dijî guran û berfê têkoşîn da. Hewa gelekî sar e. Firtone jî heye. Em ê heywanên xwe bibin gund."