21 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2019
Hat ragihandin ku li Agiriyê di operasyona ku ji hewa va jî piştgiriya wê hat kirin da 2 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê Twitterê yê Wezareta Parastina Neteweyî hat dayîn, li herêma Çiyayê Agiriyê operasyona ku ji hewa va jî piştgiriya wê hat kirin, hat kirin.
Di operasyonê da du terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Agiriyê, Fermandariya Cendirmeya Bajêr û Midûriya Emniyeta Bajêr di encama xebata îstixbarî da li herêma Çiyayê Agiriyê 20ê tîrmehê roja şemiyê du terorîstên PKKyî hatin tesbîtkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo berterfkirina terorîstên herêmê operasyonê dest pê kir û wiha hat gotin: "Herdu mensûbên rêxistina terorê ya cudakar 21ê tîrmehê serê sibê bi operasyona esmanî va hatin berterefkirin û li herêmê operasyon bê navber didomin."