Li 5 bajarên Rojhilatê Anadoluyê hewa sar e û mij heye
Erzurum
ERZURUM (AA) - Li Erzirom, Qers, Agirî, Erdexan û Tunceliyê hewa sar e, mij û qeşa heye.
Li Erziromê hewaya sar û mija ku duh bi şev dest pê kir, bandoreke neyînî li ser jiyanê dike.
Ji ber hewaya sar serê sibê qeşa û qiravî çêbû.
Li bajarê ku mesafeya dîtinê kêm bû, dar û wesayît bi qeşayê nixumîn.
- Qers
Li Qersê hewaya sar bandoreke neyînî li ser jiyanê dike.
Li bajarê ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 20,6 pile hat pîvan, hewa sar e.
Ji ber sermayê dar û nebat bi qiraviyê nixûmîn.
Li navçeya Sariqamîşê jî li ser banê xaniyan û şaxên daran şembelûkên dirêj çêbûn, paceyan qeşa girt.
Li navçeyê dar û beran qiravî girt, çem jî cemidîn.
Welatiyan branda û betanî avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.
- Agirî
Li Agiriyê piştî berfê sir û serma çêbû.
Welatiyan branda û betanî avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.
Li bajarê ku çem û robaran qeşa girt, li ser banê xaniyan şembelûkên dirêj çêbûn.
- Erdexan
Li Erdexanê serma heye û mij çêbû.
Li navenda bajêr ji ber sermayê qiravî ket erdê.
Li herêma Çemê Kurayê mijê bandora xwe nîşan da.
- Tuncelî
Li Tunceliyê jî germahiya hewayê di binê sifirê da 7 pile hat pîvan, li ser daran qiravî çêbû.
Ji ber hewaya sar li ser rêyan qeşa çêbû, ekîban xoyê reşandin.
Hin welatiyan xwarin dan çivîkên ku ji ber zivistan û sermayê nikarin xwarinê peyda bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
