Diyarbakir
Li Diyarbekirê ji ber mija ku çêbû, mesafeya dîtinê kêm bû.
Li bajêr mija ku duh şev dest pê kir, serê sibê zêde bû.
Ji ber mijê şofêran lembeyên wesayîtên xwe vêxistin û bi baldarî ajotin.
Ekîban li ser rêbejeyan tevdîrên ewlehiyê dîtin û hişyarî dan şofêran ku ew li nêzîkî hevdu neçin û neyên.
Ji ber mijê hin seferên balafiran betal bûn.
Rayedarên Navenda Pêşbînî û Hişyariyê ya Herêma Diyarbekirê ya Midûriyeta Herêma 15emîn a Meteorolojiyê daxuyandin ku mij wê piştî nîvro kêm bibe, lê bi şev wê dîsa çêbe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
