Li Mêrdînê di şerê çekdarî da kesek hat kuştin, 5 kes jî birîndar bûn
Mardin
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê di şerê çekdarî ya navbera du koman da kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li Kolana Nisêbînê ya Taxa Ataturkê di navbera du koman da ji ber sedemeke hê nediyar e, nîqaş derket.
Nîqaşa koman veguherî şer û Suud Ç. (56), S.Ç, A.Ç. (54), D.Ç. (52), S.A. (24) û M.A. (30) bi çekê birîndar bûn.
Li ser cawdayînê polês û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê bûyerê.
Ekîban birîndar bi ambulansan rakirin li nexweşxaneyên navçeyê.
Ji birîndaran Suud Ç. yê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qiziltepeyê li hemberî hemû hewldanan ji mirinê nefilitî.
Polêsan ji ber ku beşdarî şer bûne, 10 şikbaran binçav kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
