ÎSTANBUL
Hat diyarkirin ku li Enqere, Wan, Mêrdîn, Hekarî, Batman, Diyarbekir, Şirnex, Bidlîs, Bîngol, Îdir, Agirî, Riha û Kahramanmaraşê bi giştî 13 bajaran ji ber îdiayên rêxistina paralel li ser xebatkarên ewlekariyê operasyon hatin lidarxistin.
Li gor agahiya ku ji Midûriyeta Ewelekariyê ya Stenbolê, li 13 bajaran serê sibê li hin cihan operasyon hatin lidarxistin û ji bo 33 xebatkarên ewlekariyê biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ji hêla din li Stenbolê piştî lêgarîna malên wan hat temamkirin, bersûc anîn Nexweşxaneya lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekiyê da ku tenduristiya wan bê kontrolkirin.
Ji bersûcan kesekî wiha got: "Ez bi şev û roj xebitîm, vaye encama vê ev bû."