BURSA
Mazlum Dînçê ku parêzerê Abdullah Ocalan e, ji Girava Îmraliyê vegeriya. Dînç di heman demê de wasiyê Ocalan e jî.
Parêzerê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç bi tevî xwîşka Cûmalî Karsuyê girtî Pervîn Oduncu, kurê Şêxmûs Poyrazê girtî Mazlûm Poyraz û birayê wî Mehmet Poyraz ji giravê vegeriyan.
Parêzer Dînç piştî ku ji giravê vegeriya got ku Ocalan jê re wiha got: "Êdî ji ber sebrê kevir jî şeq bûn. Daxwaziya me ew e ku di nav heftêyekê de pêvajoya mizakereyê dest pê bike." Dînç got "Ji ber ku ji pêvajoya diyalogê derbasî pêvajoya mizakereyê nebû Ocalan jê aciz bû" û wiha dewam kir: "Di hevdîtina me de Ocalan got 'hikûmet û dewlet hê HES, bendav û kalekolan çêdike', di vî halî de pêvajo wiha dewam nake, heta Ocalan ev HES û bendavên ku bi hinceta ewlehiyê tên çêkirin yên herî mezin Ilisû û Sîlwan şiband bûyera Hîroşîma û Nagazakiyê. Lewra tu qîmeteke van ji aliyê aboriyê ve tuneye. Divê çêkirina van bendavan bidin sekinandin."
Dînç got ku Ocalan der barê hilbijartina serokomariyê de jî wiha axivî: "Ji aliyê hilbijartina serokomariyê de HDP projeyeke cidî ye. Ji bo siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê tekane alternatîf e. Serkeftina Selahattîn Demirtaş ji bo destpêka pêvajoya çareserî û mizakereyê pir girîng e. Divê her kes ji bo serkeftina Selahattîn Demirtaş bixebite."