ERBÎL
Partiyên Kurdan yên li Sûriyê ji bo ku di bin sîwana Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (KNHŞMS) de beşdarî Konferansa Cenewre-2yê bibin amadehiyên xwe didomînin.
Neteweyên Yekbûyî ji bo konferansa Cenewre-2yê bangî aliyên rejîma Sûriyê û Muxalifên Sûriyê kir. Lê Konseya Bilind a Kurdan di her du aliyan de jî cih nagire. Partiyên Kurdan yên li Sûriyeyê ji bo beşdarî konferansê bibin ji xwe re rêyeke nû ava dikin. Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê ku têkiliyên xwe yên siyasî ji Hewlêrê birêve dibe, Nûrî Brîmo daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û got: "Partiyên kurdan yên ku di bin sîwana Meclisa Neteweyî ya Kurdên Sûreyeyê (ENKS) de cih digrin dê di bin sîwana KNHŞMSê de beşdarî Konferansa Cenewre-2yê bibin. Neteweyên Yekbûyî nexwest ku kurdan wek şandeyeke cuda dewetî konferansê bike. Dema ku tiştekî wisa bike divê bangî kom û nijadên din yên li Sûriyeyê jî bike. Yan jî dive ku komên din tiştekî wisa bixwazin. Ji ber vê jî em ê di bin sîwana KNHŞMSyê de beşdarî konferansê bibin."
Brîmo diyar kir NYyê ji ber ku kurd dewetî konferansê nekiriye Konseya Bilind a Kurdan dê wek şandeyek beşdarî Konferansa Cenewre-2yê nebe.
Sekreterê Giştî yê Partiya Azadiyê Mistefa Cûma li hevkirina ku hefta borî di navbera ENKS û Meclisa Gel a Rojavayê de pêk hat bi bîr xist û wiha dewam kir: "Mixabin PYD rê û rêzikên peymana Hewlêrê bi cih nayîne. Ji ber vê yekê jî em ê di bin sîwana KNHŞMSyê de başdarî Konferansa Cenewre-2yê bibin."
- Salih Muslim: Ji NYyê ji me re dewet nehat.
Hat îdiakirin ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-mûn ji bo beşdarbûna Konferansa Cenewre-2yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) dewet kiriye. Li ser vê îdiayê Hevserokê PYDê Salih Muslîm daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Heke deweteke taybet ji me re were em ê biçin Cenewreyê. Dixwazin ku me bikin bin sîwana Koalisyona Netewî ya Sûriyeyê. Em vê yekê naxwazin. Em ne wek PYDê wek Konseya Bilind a Kurdan dixwazin beşdarî konferansê bibin. Lê wê jî Amerîka, Tirkiye û rejîm qebûl nake. Pirsgirika kurd di Konferansa Cenewre-2yê de bi tu awayekî cih nagire."
Muslim destnîşan kir ku pirsgirêka di navbera PYDê û Herêma Kurdistana Iraqê de hel bûye û wiha pê de çû:
"Niha tu pirsgirêk tuneye û planeke minê ku ez vegerim Hewlêrê jî tuneye. Lê dema ku min dewet bikin ezê wê çaxê werim Hewlêrê."
Nûnerê PYDê yê Hewlêrê Cafer Hannan jî da zanîn ku heke ji Konseya Bilind a Kurdan re dewet neyê dê li dijî Konferansa Cenewre-2yê helwesta xwe nîşan bidin.