Nihat Kavşut
10 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2020
Di sala 5emîn da kesên ku 10ê Cotmeha 2015an di teqîna li ber Gara Enqereyê da hatibûn kuştin hatin bibîranîn.
Koma ku di pêşengiya hin saziyên civakî yên sivîl da kom bû ji ber tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji bona sala 5emîn ya êrîşê li ber rawestgeha Ulusê hatin bal hev.
Kesên beşdarî bernameyê bûn pankartên li serê "Em ê qetlîma 10ê Cotmehê nedin jibîrkirin" dinivîsand û wêneyên kesên di êrîşa terorê da hatibûn kuştin li ser bûn vekirin.
Di çalakiyê da navê kesên di êrîşê da hatibûn kuştin hatin xwendin û rêz hat girtin.
Di çalakiyê da parlamenterên CHP û HDPyê jî berşdar bûn û di bûyerên beriya çalakiyê da 11 kes hatin binçavkirin.