Abdullah Tel
19 Tebax 2020•Rojanekirin: 30 Tebax 2020
Malbatên debara xwe bi paletiyê dikin ji xwe ra diçin çar aliyê Tirkiyeyê dixebitin û wextê xwe yê mayîn jî di konan da derbas dikin.
Bi hatina biharê va malbatên pale bi jine zaro ji malên xwe derdikevin û diçin herêmên ku wê lê bixebitin û ewilî ji xwe ra kon vedigirin.
Birinc, genim, kartol, bacik, balîcan, îsot, firingî yanî sewze û fêkî jî di nav da gelek team bi saya keda paleyên demsalî va tên ser sifreyên me lê ew tevlî zarokên xwe di konên ji avê bigir heta daşer û serşokê gelek kêmasiyên wê hene da dijîn.
Zarokên bi piranî ji ber rewşa malbata xwe ji dibistanê dimînin li dora konan baz didin yan bi xweliyê û yan jî bi ava di çalekî da kom bûye dileyîzin.
Paleyên demsalî yên ji Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bo berhevkirina findikan hatina Çarşambaya navçeya Samsûnê di konên li Taxa Kumkoyê vegirtine da dimînin.
- "Em herin kê derê jiyan zehmet e."
Ji paleyên demsalî Eyup Ozkan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji Rihayê ne û di meha nîsanê da ji mala xwe derketine.
Ozkan destnîşan kir ku ew di zeviyên li Altinekîna navçeya Konyayê da xebitîn paşê jî derbasî Samsûnê bûn û wiha pê da çû: "Emê ji vê derê jî bo berhevkirina kartolan biçin Edenê. Em diçin kê derê jî jiyan zehmete. Me li keviyên rê konê xwe vegirt. Wesayîtên derbas dibin nahêlin xew bi çavên me bikeve."
Ji paleyan Hamît Toptan jî got ku di konan da pirsgirêka wan a herî mezin av, daşer û serşok e û wiha domand: "Em di 16ê meha 5an da ji Rihayê derketin ûçûn Nevşehîrê. Li wê derê me silq berhev kir. Kar baş nebû û ji wir jî derbasî Konyayê bûm. Li Konyayê bi qasî 6-7 rojan xebitîm û min û xwediyê kar lihev nekir û em hatin Samsûnê. 14 roje em hatine û heyata me di konan da derbas dibe."
- "Em bi tenê dixwazin bila zarokên me bixwînin"
Mehmet Toptan jî ragihand ku li Rihayê wî karê temîrê dikir û ji ber ku kar tunebû dest bi paletiya demsalî kir û wiha got: "Ez hatim Samsûnê û derdê me yê herî mezin zarokên me ne lewra ew ji dibistanê dimînin û nikarin bixwînin. Em bi tenê dixwazin bila zarokên me bixwînin. Ew ji xwe bi qasî 2-3 mehan diçin mektebê lê di wê wextê da jî tiştekî fehm nakin. Ji ber vê jî ev paletî wek mîrate ji me ra dimîne. Bila ji bo zarokên me dibistaneke seyar bê avakirin. Ji xwe heyata me tu heyat nîne. Ji her malbatekê 5-6 pale hene û herî kêm 1-12 kes in. Em ji dewleta xwe dixwazin bila zarokên me bixwînin, cahil nemînin û bi kêrî welêt û miletê bên."