Tirkiye

Ji Serokomar Erdogan parvekirina bo eskerên şehîd

"Tirkiye çi dibe bila bibe dê li bakurê Iraq û Sûriyeyê destûrê nede pêkhateyeke terorê. Em ê ji têkoşîna xwe ya dijî keriyên kujer ên bipere yên ku taşeroniya emperyalîstan dikin paşda gav neavêjin"

Mustafa Hatipoğlu  | 24.12.2023 - Rojanekırın : 25.12.2023
Ji Serokomar Erdogan parvekirina bo eskerên şehîd

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê eskerên ku li bakurê Iraqê di êrîşa ku ji hêla rêxistina terorê ya dabeşkar va hat kirin da şehîd ketin daxuyaniya "Tirkiye çi dibe bila bibe dê li bakurê Iraq û Sûriyeyê destûrê nede pêkhateyeke terorê. Em ê ji têkoşîna xwe ya dijî keriyên kujer ên bipere yên ku taşeroniya emperyalîstan dikin paşda gav neavêjin."

Serokomar Erdogan di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da got ku "Xwedê rehma xwe li eskerên me yên qehreman ên ku li bakurê Iraqê di êrîşa ku bi destê xaînên dabeşkar va hat kirin da şehîd ketin bike, serê malnatên wan, eqrebayên wan û gelê me sax be. Bila rihê şehîdên me şad, mekanên wan bihuşt, meqamê wan alî be. Ji namerdên dabeşkar hesabê xwîna ku rijandan bi mislî hat pirsîn û tê pirsîn."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku heta terorîstê dawîn jî bê berterefkirin dê bi biryardarî tetbîqkirina stratejiya di cî da ziwakirina terorê bidomînin û ev gotin:

"Tirkiye çi dibe bila bibe dê li bakurê Iraq û Sûriyeyê destûrê nede pêkhateyeke terorê. Em ê ji têkoşîna xwe ya dijî keriyên kujer ên bipere yên ku taşeroniya emperyalîstan dikin paşda gav neavêjin. Hem kujerên dest bi xwîn hem jî yên ku piştgiriyê didin rêxistina terorê ya dabeşkar zû yan dereng dê fehm bikin ku di dahatûya herêma me da cihê terorê tune. Ez ji Xwedê xwe ji bo hemû hêzên me yên ewlehiyê yên nahêlin ku terorîst li nav welêt û dervayî welêt nefesê hildin, serkeftinê dixwazim. Xwedê serfetftinê bide eskerên me yên qehreman."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.