Ekip
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê geşedanên dawîn yên li Filistînê da dîplomasiyeke telefonî bi rê ve bir.
Li gor agahiyên çavkaniyên serokomariyê Serokomar Erdogan digel Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî , Serokê Federasyona Rûsyayê Vlaadimî Pûtîn û Rêberê rûhanî yê Katolîkan Papa Francîscus bi telefonê axivî.
Di axaftina telefonî ya Erdogan û Rûhanî de piştî ku Amerîkayê biryar da û balyozxaneya xwe ya li Tel Avîvê bar kir Qudsê û eskerên Îsraîlê li Xezeyê gule berdan ser xwepêşanderên Filistînî û rageşiya her diçe zêde dibe Teşkîlata Hevkariya Îslamî roja înê li Stenbolê dicive û mijarên di rojeva civînê da hatin gotûbêjkirin.
Erdogan û Rûhanî destnîşan kirin ku ji bona Misilman helwesteke hevbeş nîşan bidin civîna derasayî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya li Stenbolê girîng e û gotin ku divê di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî (NY) da mesele bê şopandin.
- Erdogan bi Pûtîn re axivî
Erdogan di axaftina xwe ya bi Pûtîn ra destnîşan kir ku xwepêşanderên Filistînî li ber çavê dinyayê rastî êrîşê tên û ev şermeke mezin e.
Erdogan ji bo Civîna Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya Stenbolê jî agahî dan Pûtîn.
- Peywendiya bi Papa re
Serokomar Erdogan der barê geşedanên dawîn ên li Qudsê de bi rêberê rûhanî yê Katolîkan Papa Francîscus re bi telefonê axivî.
Erdogan di axaftina xwe ya bi Papa Francîscus re de diyar kir ku îxlala statuya Qudsa ku ji bo sê dînên semawî girîng e dê neyê qebûlkirin.
Herwiha hat diyar kirin ku ji bo aştiyê çareseriyeke dudewletî ya ku Quds xwedî statuyeke taybet e şert e.
Rêberê rûhanî yê Katolîkan Papa Francîscus der barê geşedanên li Qudsê de destnîşan kir ku hedefgirtina mesûman û qesdkirina jiyana mirovan nayê qebûlkirin û da zanîn ku civaka navneteweyî ji bo çareseriya pirsgirêkê divê li gel NYyê çi hewce dike bike.