Tanju Özkaya
12 Adar 2022•Rojanekirin: 14 Adar 2022
Ji ser êrîşa bêbext a PKKya rêxistina terorê ra ya ku bi wesayîta bombebarkirî va li Gunvenparka li Qizilayê ya Enqereyê kir, 6 sal derbas bûn.
PKKya rêxistina terorê ya cihêkar ji bo li erdên dixwaze ji Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê biqetîne "herêmên xweser" îlan bike li Şirnex, Silopî, Cizîr, Nisêbîn, Dêrik, Îdil, Sûr û Yuksekovayê çal û xendek veda û qaşo "herêmên xweser" îlan kir.
Endamên rêxistinê li çal û barîqatên amade kirin bombe bi cî kirin û gelek êrîş kirin. Rêxistin ji ber midaxeleyên çalak ên hêzên ewlekariyê bi ser neket û di 13ê adara 2016an da bi wesayîta bombebarkirî va li rawestgeha otobêsan a Guvenparkê êrîş kir.
Hat tesbîtkirin ku Seher Çagla Demir û Ozgur Unsalê endamên PKKyê bombeya wesayîtê înfilaq kirin.
Di êrîşê da Demir û Unsalê terorîst parçeparçeyî bûn, di êrîşê da 4ê wan zarok 36 kesên li rawestgeha otobêsan hatin kuştin. 32yê wan zarok 344 kes jî birîndar bûn. Di êrîşê da Songul Yilmaza bizaro ya şeş mehî jî birîndar bû û zaroka di rehma wê da jî mir.