Elif Irmak
13 Gulan 2020•Rojanekirin: 14 Gulan 2020
Li gor danezana Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê dawiya vê hefteyê ji roja înê pê va heta nîvê hefteya bê dê germahî bi awayekî bê hîskirin zêde bibe.
Tê payîn ku germahî li Marmara, Ege, Behra Spî ya Rojava, rojavayê Anadoluya Navîn û aliyên navîn ên Behra Reş a Rojava 9 an 13 pile li ser germa demsalê ra be û cî bi cî ji pileyên "germahiya herî bilind a ku çendî salan e di meha gulanê da hatiye qeydkirin" derbas bibe.
Tê texmînkirin ku dê herêmên din ên welêt germahî 5 an 9 pile li ser germahiya demsalê ra be.
Girîng e ku bi taybetî nexweşên kronîk, zarok û îxtiyar hember neyiniyên dibe ku hewaya germ bibe sedem baldar û bi tevdîr bin, di saetên ku tîrêjên rojê zîq in divê li derva nebin.