Esin Işık
22 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2022
Di daxuyaniya meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li rojhilat û başûrê Anadoluya Navîn, berfê bibare. Îro ji êvarê pê va germahiyê bi lez kêm bibe, li dora Qonyayê û bi şev jî li Yozgat, Qeyserî, Newşehir, Sêwas, Nîxde, Qereman, Aksaray, Qirşehirê berfê bibare.
Dîsa tê texmînkirin ku li rojavayê Herêma Rojhilatê Anadoluyê û dorberê Adiyemanê berfê tesîra xwe zêde bike, li Meletiye, Elezîz, Tuncelî, Erzincan û Bîngolê berfê qasî 15-20 santêmî, li dora Adiyemanê jî ji 20 santêmî zêdetir bibare.
Tê texmînkirin ku li Adiyeman û Meletiyê berfê tesîra xwe ji duşemê pê va kêm bike, li bajarên din duşemê jî berfê bibare.
Rayedaran got ji ber berf û bagerê dibe ku di rêyan da pirsgirêk derkeve bira welatî ji bo cemedê, berf û bagerê baldar bin û bê tevdîr nemînin.