Tirkiye

Li Diyarbekirê di otobusa rêwiyan da 28 kîlogram esrar hat qefaltin

Mehmet Niyazi Deniz  | 22.01.2022 - Rojanekırın : 25.01.2022
Li Diyarbekirê di otobusa rêwiyan da 28 kîlogram esrar hat qefaltin

Diyarbakir

 Li Diyarbekirê di otobuseke rêwiyan da 28 kîlogram esrara hûr hat qefaltin û kesek hat binçavkirin.

Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendirme ya Bajêr bi armanca rê li bazara hişbirê bibire, xebatên xwe didomîne.

Di vê çarçoveyê da li ser rêya Şanliurfa-Diyarbekirê texma Încehidira Erganiyê ku di bin berpirsyariya cendirmeyan da ye otobuseke rêwiyan hat sekinandin. Bi seyên narkotîk va kontrol hat kirin.

Di hundirê sarincokeke biçûk a bagaja otobusê da ku ya Î.B. (44) bû da 28 kîlogram esrara hûr hat qefaltin.

Î.B. hat binçavkirin û muemeleyên der heqê wî da dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın