Fatih Gazioğlu
11 Nîsan 2019•Rojanekirin: 12 Nîsan 2019
Tê texmînkirin ku li hin bajarên herêma Marmara, Bakurê Egeyê, Behra Sipî, Behra Reş a Navîn û yên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê wê barana gur bibare.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li tevahiya welêt îro hewayê ewrsayî û ewravî be.
Tê texmînkirin ku li herêmên rojavayê welêt germahî wê di navbera 2 û 4 pileyan de zêde bibe û li ciyên din guherîneke girîng çênabe.
Herwiha tê texmînkirin ku li herêma Marmara, Bakurê Egeyê, Behra Spî, Anadoluya Navîn û Behra Reş a Navîn û bajarê Gazîentab, Kilîs û Adiyamanê û li der û dorê wan barana gur wê bibare.