Di daxuyaniya LBRTê de wiha hat gotin:
"Li gor biryara 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya ku di 16ê hezîrana 2014an û li gor dosyeya bi 2014/84425 hejmar ya Buroya Lêpirsîna Sûcên ku li Dijî Destûra Bingehîn tên kirin, ji bo ewlehiya welatiyên tirk ên ku ji aliyê DÎŞIyê ve ji Serkonsolosxaneya Mûsilê ya Tirkiyeyê hatin revandin, heta ku lêpirsîn kuta nebe, di înternetê de weşana nûçe, dîmen û wêneyan li gor Zagona Çapemeniyê a CMK 157 û 5187ê hat qedexekirin."