Kurkçu destnîşan kir ku dê namzedê xwe yê serokomariyê piştî kongreya partiya xwe eşkere bikin.
Kurkçu îdia kir ku Tirkiye ji 12ê hezîranê vir ve dîlê DÎŞIyê ye.
Kurkçu diyar kir ku heta Tirkiye bedelekî giran nede dê nikaribe ji binê vê wesayetê rabe û wiha got: "Hikûmet DÎŞIyê wisa nêzî xwe dibîne û wekî ku bi hev re di nav şer de ne tevdigere, lê hay jê nîne ku dê di pêşerojê de derbeyekê bixwe."
Kurkçu wiha peyivî: "Hevkariya DÎŞI, El Nusra û Tirkiyeyê heye û piştî ku hat dîtin rejima Esed wisa rehet têk naçe, îcar ev hevkarî dixwaze azadiya kurdan bifetisîne. Hesabê xerab li vir, ne ji Bexadyê ji Mûsilê ziviriye. Polîtîkaya derve ya cahil û xelet li vir têk çû."
Kurkçu diyar kir ku kesên piştgiriyê didin azadiya kurdan dê bi ewle li pêşerojê binhêrin û got ku polîtîkaya derva ya HDPyê ne çeteyên dînî ne, azadiya kurdan e.
Kurkçu destnîşan kir ku hêvî dikin yên dîlgirtî di demeke kurt de vegerin mala xwe û got ku em ê der barê polîtîkaya derva ya AK Partiyê de li TBMMyê daxwaza axaftina girtî bikin.