27 Adar 2019•Rojanekirin: 28 Adar 2019
Li Qersê cendirme li çol û bestên ku qalindahiya berfê hin caran digihêje 3 mêtroyan li dijî terorîstan operasyona esmanî dikin.
Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ji bo rê li ber endamên PKKya rêxistina terorê bigrin û wan berteref bikin li navçeya Qaxizmanê li herêma Madurê li çoltêra Çîçekliyê operasyon dan destpêkirin.
Ev der ji hêla terorê va di nav cihên herî krîtîk da tê nîşandan.
Operasyon bi piştgiriya qomandoyan û tîmên tevgera taybet a cendirmeyan dewam dike.
Di operasyonê da firoke û kûçikên şopger jî tên bikaranîn.
Li herêma ku qalindahiya berfê hin caran digihêje 3 mêtroyan li dijî terorîstan operasyon bi baldarî tê meşandin.
Rayedaran daxuyand operasyonên dijî rêxistina terorê wê bi biryar dewam bikin.