Tirkiye

"Ji bona ewlehiya eskerên me çi hewce dike em ê bikin"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bona êrîşa li Sûriyeyê dijî konvoya Artêşa Tirkiyeyê hat kirin wiha got: "Divê rejim bi agir nelîze. Ji bona ewlehiya eskerên me çi hewce dike em ê bikin."

20.08.2019 - Rojanekırın : 21.08.2019
"Ji bona ewlehiya eskerên me çi hewce dike em ê bikin"

Ankara

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bona êrîşa li Sûriyeyê dijî konvoya Artêşa Tirkiyeyê hat kirin wiha got: "Divê rejim bi agir nelîze. Ji bona ewlehiya eskerên me çi hewce dike em ê bikin."

Çavuşoglu piştî hevdîtina bi Alexandra Hilla Wezîra Karên Derva ya El Salvadorê ra di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê êrîşa ku duh li Îdliba herêma Sûriyeyê dijî konvoya Artêşa Tirkiyeyê hat kirin da wiha got: "Divê rejim bi agir nelîze. Ji bona ewlehiya eskerên me çi hewce dike em ê bikin."

Çavuşoglu diyar kir êrîşa li Îdlibê duh dijî Ciyê Çavdêriyê ya 9emîn hatiye kirin û got ku niyeta me tuneye em ciyê çavdêriyê ya 9emîn bar bikin dereke din.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê mutabaqata herêma ewle ya Amerîkayê ra jî got ku em ê destûr nedin ku Amerîka pêvajoya Minbicê ya duyemîn bide meşandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.