Tirkiye

Ji bo îxracatvanan mizginiya baca kirîna dowîzê

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Îsal ji meha gulanê pê va îhracata me derketiye 171,4 milyar dolarî. Zêdebûna îhracatê erênî ye lê kêm e. Divê em demildest ji sînorê 200 milyar dolarî derbas bibin."

16.06.2019 - Rojanekırın : 17.06.2019
Ji bo îxracatvanan mizginiya baca kirîna dowîzê

Istanbul

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Meclisa Îxracatvanên Tirkiyeyê beşdarî Merasima Xalatê ya Şampiyonên Îxracatê û Lijneya Giştî ya Asayî ya Îxracatkarên Tirkiyeyê bû û tê da axivî. 

Erdogan li ser îxracata Tirkiyeyê sekinî û wiha got: "Îsal ji meha gulanê pê va îhracata me derketiye 171,4 milyar dolarî. Zêdebûna îhracatê erênî ye, lê kêm e. Divê em demildest ji sînorê 200 milyar dolarî derbas bibin. 

Erdogan got, "Em di firotina dowîzê ya ji endamên yekîtiya îxracatê û yên xwediyê Belgeya Sicîlê ne ra da muafiyetê tînin" û wiha dewam kir:

"Îxracatvanên me dema ku dowîz dikirin wê êdî baca kambiyoyê ya ji hezarî yekê nedin. Bi vî awayî tevdîrên ji bo rê li ber spekulasyonên dowîzê bigre û tesîrê li ser îxracatvanên me neke dikeve rewacê."

Serokomar Erdogan bangî hemû teşebiskar, karsaz, pîşesaz, bazirgan û hilberîneran kir û wiha got: "Baweriya xwe bi welatê me bînin, baweriya xwe bi dewleta xwe bînin, baweriya xwe bi paşeroja xwe bînin. Hemû derfetên ber destê xwe ji bo veberhênan, hilberîn, îstixdam û îxracatê xerc bikin. Em gelekî nêzîk in ku Tirkiyeyê bikin welatekî ku ferqa wê ya carî ne kêm, lê zede ye. Em bi we bawer in."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Tirkiyeyê ji bo tu Sûriyeyiyekî meaş nedaye girêdan û wiha dewam kir: "Em bi tenê bi rêya walîtî û qaymeqamtiyên me meaş didin êtîm, sêwî, feqîr û xizanên ku welatiyên Komara Tirkiyeyê ne."

Erdogan li ser keştiyên Tirkiyeyê yên li Behra Spî ya Rojhilatê jî wiha axivî: "Heke hinek şaşiyekî bikin em jî bi hemû firqeteynên xwe va, hewce bike bi balafiên xwe va heman diçin li cem wan keştiyên xwe, cihê xwe digrin û xebatên xwe dimeşînin. Telîmat dane, kenebû wê personelê di wan keştiyan da bigirin, ev yek ji we zêde ye."

Serokomar Erdogan got: "Em nebûn temakarê berjewendiyên xwe, me ji bo welatê xwe û miletê xwe rêya têkoşînê neqand." 

Serokomar Erdogan ji bo hilbijartina Stenbolê jî wiha got: "Gelo ev rêxistinên terorê çima li ser hilbijartina li Stenbolê evqasî diaxivin û dibêjin 'Em li cem filankesî ne', wî kesî derdixin pêş? Her kesê ku rêza wî ji demokrasî û hiqûqê ra heye, şert e ku ji encama hilbijartina roja yekşemê razî û teslîm be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın