Tirkiye

Li Kirikkaleyê jin û mêrê ku di ro da çûn mirin

Li navçeya Sulakyurtê cotê jin û mêrê ku di ro da çûn mirin

Önder Beyter  | 16.06.2019 - Rojanekırın : 17.06.2019
Li Kirikkaleyê jin û mêrê ku di ro da çûn mirin

Kırıkkale

Li Sulakyurta navçeya Kirkkaleyê cotê jin û mêrê ku di lehiyê da çûn, mirin.

Xelkê gundê Ayvatliyê Mehmet (55) û jina wî Fatma Ozturk (50) gava li nêzîkî gundê Danaciyê li dewarên xwe mêze dikirin, di ava lehiya ku ji ber baranê rabû da çûn.

Welatiyên ku rewş dîtin, xeber dan ekîbên cendirmeyê. Li ser îxbarê ekîbên 112 Servîsa Bilez, AFAD, cendirme, şaredarî û lêgerîn û xilaskirinê şandin herêmê.

Cesedê jin û mêrê navborî 2 kîlometre li biniya ciyê ku dewar xwedî dikirin, li nêzîkî gundê Karalli yê Çankiriyê hatin dîtin.

Cesed ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çankiriyê.

Ji aliyekî din va 35 serî dewarê cotê ku di ro da çûn jî di lehiyê da çûn û telef bûn.

- "Mixtarê berê yê gund bû"

Endamê Meclisa Giştî ya Parêzgehê yê ji Sulakyurtê Hasan Çoban di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku duh ber êvarê şiliyê dest pê kir û bi taybetî dora saet 23.00-24.00an da şiliyê tesîra xwe zêde kir.

Çoban got, welatiyê ku di ro da çû û mir, mixtarê berê yê gund e û wiha dewam kir:

"Tevî jina xwe dewar xwedî dikirin û debara xwe pê dikir. Li ciyê ku em lê ne, maleke wî ye 2 qatî û mandireya wî hebû. Di saet dora 24.00an da bobelateke mezin a lehiyê rabû. Di vê kêliyê da Mehmet û jina wî Fatma di lehiyê da çûn û mirin. Qedera 35 serî dewarê wan jî telef bûn. Li herêma me ev hefteyeke zêde baran dibare. Ji bo ku bobelateke din rû nede, hemû ekîbên dewleta me li vê derê ne, li cem welatiyên me ne. Em sipasiya hemûyan dikin."

Ji aliyekî din va xebatên ekîban ên li gund dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın