Li Bursayê li Tirilyeya taxa turîstîk ji ber baranê otomobîl li ber avê çûn, avê da ser kargehan

Bursa
Li Mudanyaya navçeya Bursayê barana gur bandorrke neyênî li jiyanê kir.
Li taxa Zeytînbaxî (Tirilyeya) ya geştiyarî ku bi qasî 14 kîlometroyan dûrî navçeyê ye ji ber barana gur gelek otomobîl li ber avê çûn, avê da ser hinek xanî û kargehan.
Li ser îxbarê ekîbên cendirme, îtfaiye û AFADê çûn cihê bûyerê.
Li taxê û li qeraxê av, ax û kevir kom bûn. Mase û kursiyên qehwexane û restorantên li peravê zirar dîtin.
Şêniyên taxê hewl dan bi derfetên xwe ava mal û kargehên xwe biherikînin.
Ekîb ji bo neyîniyên ji ber baranê ji holê rakin bi makîneyên kar xebatên xwe didomînin.
- Dema lehiyê bi kameraya ewlehiyê ya cihê kar hat kişandin
Dema ku ava lehiyê ji deverên bilind gihişt deverên nizm ji aliyê kameraya ewlehiyê ya cihê kar ve hat qeydkirin.
Di dîmenan de xuya dike ku ava lehiyê ji deverên bilind ên Trilye ber bi peravê ve diherike.