05 Adar 2016•Rojanekirin: 06 Adar 2016
ÎSTANBUL
Ji 11 gumanbarên ku ji ber êrîşên li dijî rojnameyên Yenî Şafak û Yenî Akîtê hatibûn binçavkirin 5 kes hatin girtin.
Tîmên Midûriyeta Şaxa Îstixbaratê û Têkoşîna Dijî Terorê ya Stenbolê operasyona ku ji bo êrîşa li dijî rojnameyên Yenî Şafak û Yenî Akîtê di 1ê adarê da dabû destpêkirin temam kir.
Hat destnîşankirin ku kar û barên 11 kesên ku ji ber êrîşê hatibûn binçavkirin li edliyeyê temam bûn.
Hat diyarkirin piştî ku gumanbaran îfade dan dozgeriyê, 2 kes serbest hatin berdan û 9 kes jî ji bo bên girtin şandin dadgehê.
Hat diyarkirin ku ji ber êrîşê 5 kes hatin girtin.
Di 11ê sibatê da di heman demê da li dijî rojnameyên Yenî Şafak û Yenî Akîtê êrîş hatibûn kirin.