Emre Gürkan Abay
22 Adar 2022•Rojanekirin: 24 Adar 2022
Wezîrê Gihandinê yê Rûsyayê Vîtaliy Savelyev daxuyand ji ber mueyîdeyan li dervayî welêt dest dane ser 78 balafirên rêhewayên şirketên Rûsyayê û 800 balafir jî li Rûsyayê hatine tescîlkirin.
Savelyev li Konseya Federasyona Rûsyayê axivî û behsa pirsgirêkên Rûsyayê yên ji ber mueyîdeyan kir.
Savelyev got beriya mueyîdeyan 1397 balafirên Rûsyayê hebûn û wiha axivî: "Ji ber mueyîdeyan li dervayî welêt dest dane ser 78 balafiran ku ew ê venegerin welêt. Li Rûsyayê 800 balafir hatine tescîlkirin û ji ser şirketa Ûris sîgorteyên wan têne dayîn. Heke rewş baştir be îsal hecma me ya rêwîtiya bi balafirê wê bigihêje 90 milyon rêwiyî."
Ji ber ku talûkeya dest dayîna li ser balafiran, hin şirketên Ûris ên gerê û rêhewayê seferên xwe dabûn sekinandin.