Ji ber germbûna gerdûnî û hişkesaliyê li Bidlîsê asta ava golan daket

Bitlis
ŞENER TOKTAŞ / HARUN NACAR - Ji ber hişkahiya ku di encama daketina rêjeya baranê û zêdebûna germbûnê da derdikeve holê, daketina asta avan li Bidlîsê îsal jî dewam kir.
Qeraxên Gola Wanê ya ku mazûvaniya gelek cisnên çûkan dike, her wiha golên Aygir û Arinê yên li navçeya Elcewaz, Gola Nazikê ya li navçeya Xelatê û Gola Kratera Nemrûdê ya li navçeya Tetwanê, ji ber ziwabûnê ava wan kêm dibe.
Ji ber vê sedemê mîkrobîalîtên li peravên Gola Wanê derdikevin holê û deverên mezin ên ku berê di bin avê de bûn li peravên golên din derdikevin holê.
Xwediyên ajelan ên herêmê li peravên ku piştî kêmbûna avê derketina holê û bi kesk bûne, ajalên xwe diçêrînin.
Rektorê Zanîngeha Bitlis Erenê (BEU) Prof. Dr. Necmettin Elmastaşê ku pisporiya wî erdnîgarî ye, ji nûçegihanê AAyê re got ku Tirkiye û cîhan di salên dawî da bi pirsgirêkên hişkesaliyê ra rû bi rû ne.
Elmastaş diyar kir ku di salên dawî da li Tirkiyeyê ji ber germbûna gerdûnî nehevsengiyeke digel kêmbûna baranê çêbûye û wiha pê da çû:
"Li hewzeya Gola Wanê jî hişkayî çêbûye. Di 4-5 salên dawî da baran bi awayekî domdar kêm bûye. Ji ber ku di meyla ber bi jor va tu guhertin çênebûye, dijwarbûna hişkayiyê berdewam e. Di hewzeyê da, bi taybetî li Gola Wanê, lê di heman demê da li Golên Arînê, Gola Kratera Nemrûdê, Gola Nazikê û Gola Aygirê jî, asta avê pir kêm bûye. Dema ku em li lêkolînên berê dinêrin, sedema sereke ya daketina asta avê li Hewzeya Gola Wanê kêmbûna baranan e. Asta avê salên ku baran kêm e, dadikeve. Me ev di salên dawî da dîtiye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.