Li Manîsayê du otomobîl li hev qelibîn, di qezayê da 3 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn

Manisa
Li Demirciya navçeya Manîsayê du otomobîl li hev qelibîn û 3 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.
Otomobîla ku Mustafa Vurucu diajot û plaqeya wê 45 ALD 361 e û otomobîla ku Yusuf Duman diajot û plaqeya wê 45 ADP 573 ye, li ser rêya Demircî-Salihliyê texma Yeşîldereyê li hev qelibîn.
Di qezayê da agir bi otomobîla ku plaqeya wê 45 ADP 573 ye ket.
Li ser êxbarê ambulans, îtfaiye û cendirme sewqî cihê qezayê kirin.
Îtfaiyeyê agir temirand. Ji şofêran Yusuf Duman û ji rêwiyan Suleyman Bîlgîn û personelê Midûriya Dezgeha Daristanan Alî Balci di qezayê da mirin.
Mustafa Vurucu û Harun Dumanê ku di qezayê da birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Demirciyê.
Ji aliyê din va kêliya qezayê ket ber kameraya kargeheke wê derê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.